Weletekî difikirim bi tank û topan
Bi gulan ve
Nehatîye şewitiandin
Bi her tim lê bihar û havîn e
Tê de gul û gulîstan, dar û darîstan
Dorhêlê wê mêrg û zevî, çem û kanîne
Weletekî difikirim şev û rojan
Navde stranên dengbêjan
Qîrınîya berxvanan
Kale kala berxan
Dengê bilûrên şivanan û gavanan
Qubequba kew û kevokan
Kilamên bêrîvanan ê keç û bûkan
Lorînên dayikan
Kenên zarokan
Fixan û wîzarên quling û betane.
Weletekî difikirim nav xwen û xiyalan de
Qet roj ser naçe ava, dem li her tim lê ronahîye
Şer û pevçûn, nakokî û fêsadî ne jî bêbextî lê heye
Jî der zilimê û dizîyê her tişt ne qedexeye
Raman û hizirên her kesan jî tim serbest
Nav dilanan de evînî
Nav gelan de aştîye heye
Weletekî difikirim axa wî bo hemû gelan e
Ser gulên wî de koma pepûlan e
Li bo azadîyê ser ezmanan de teyr difîrin
Zîndan û girtîgeh jî lê tuneye
Hewldana rizgarîyê zûde lê qedîyaye
Salan e li bo gelan lê azadîye
Bextewerî û şadîmanîye
Li her der lê karîstan bi nav de kar û xebate
Hemû mîrov dixebitin tu car birçîbûn jî taneye
Zarok ne tazî û ne jî pêxasin hemû xwendevanin.
Bi hev re azadî dileyzîn bi biratî
Weletekî difikirim ji bo bindestan
Bo hemû gelen û bo jin û mêran
Beremberî û wekhevî ji navde heye
Kurd’an re jî ware û welat e
Weletekî difikirim bi dil û can
Wek evîniyê û we hezîyê
Navên zarokan jî li wir ne qedxene
Nav ê wan Şoreş, Têkoşîn, Azad û Welat’e
Hemû kes bi zimanê xwe ê zikmakî ve diaxife
Bêrîya aştîyê jî nakişînin her dem wir aştîye
Loma dil naqehirin û kezeb naşewêtin
Nêçirvanî û kuştin qet tuneye li wir.
Weletekî difikirim bo hemû gelan
Bo şoreşvanîyê bo azadîyê
Ne bo nîjatperestî û paşverûyê
Mar wê jî bi kesî venade
Dûpişk wî bêjahrin û jahr jî çiye tu nizanin
Li wir bi her tişt şîr, şekir û şerbete
Weletekî difikirim weletekî pir geş û şêrîn
Bêdû û bêdûman
Dem lê bihar best lê gulîstan û zozan jî lê hêşînayî
Çem û newalên wî hemû bi av tijî
Bêhêna ax ê li nav de pir xweş
Gul û kulîlkan ve derdor lê xemlandî
Ew der welateki diji bêbextîyê û qelaşan
Her gizingên berbangin wî kesk sor û zer
Her rojên wî Nekwroz, her demsalên wî pir germ
An jî navê wî Kurdîstan
08.03.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 22.3.2011 13:16:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2011/03/22/weleteki-difikirim-2.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!