Axa me pir nûwazeye nav de jî gul,sosin heye
Çem û kanî têdane nav de dengê qazane
Axa me warê gelan, xebatkaran, karkerana ye
Pir bedewe, xweş dîyare navê wî jî Kurdîstan e
Welatê me dilê me ye, ronahîya çavê me ye
Em nadin piçek axa wê,ew hebûn,jîyana me ye
Dîroka wê zehf kûre û her kevrên wê yaqûde
Axa me şewq û şemale, derguşa şarezayîyê ye
Axa me gul û gulîstan her alîyê wê darîstane
Him navenda cîhanê ye him jî rêya rizgarîyê ye
Warê me çîya,banî nav de tijî hogir,hevalin
Berxwedana şoreşgeran azadîya me gelan e.
Hewldan -serîhildan û Kurdîstan,şoreşî hebûne
Lo hevanol! çi xweşe çi şêrîn hemû gelême pê ye
Welatê me zehf kevne temena wî şeş hezare
Şarê Muş,Amed jî nav de,welatê Zerdeşt’ê Kal e.
Welatê me dilşahî, mihrîcan, şabûn û şaî ye
Neyaran çav berdan axa me ew Ecemin û Tirkin
Em bîhr nakin Gelîya Zîlan Komara Muhabat’ê
Hevalno hûn werin welatê me warê me pîroze
17.08.2010
Yildirim
Kayıt Tarihi : 19.8.2010 09:09:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!