Welatê Me de Qir Heye

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Welatê Me de Qir Heye

Em bêhalin derd li me pir girane
Welatê me de mije û dûmane
Qîrine, qîjîne li me hawere
Xwin ji me diçe wek ava çemane

Em Kurmancin em bi derdan bêzarin
Ax li me şehîdên me bêmezelin
Li me re şîne l ime re şîwane
Dijiminên me hovin milyon, hezarin

Di diyarê me de qire, mirine
Şevan û rojan dayîkan girîne
Şervanên gelê me şêrin, camêrin
Birûmet û qîmet hemû merine

Bi dengê gulan, topan û çekan e
Rast û çep medixin şev û rojan e
Hey gîdî dinyayê dijwarkirine
Welatê me de artêşa Tirkan e

Disa Rom hat tevkujîya gelane
Qira zarokan, jin, pîr û kalane
Pîran,Koser û Gever ber gulane
İro li Kurdîstanê de talane

21.05.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.5.2016 21:58:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu