Welatê Me Avakin Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Welatê Me Avakin

Xuşe xuşa robaran û kanîyane
Leme lema germa nav hemû dilan e
Keda milê cutkaran û karkeran e
Tim pêl û pêl warê me de diheriqe.

Êdî qut bû hêdî hêdî şev diqede
Mirazê me hat cî dem jî me şeveqe
Deşt û zozanê me de gul û kulîlkin
War ronahî bû axa me dibiriqe.

Hevalan roj hanîn êdî şev raborîn
Herin newalan-çiyan me re gula bînin
Bi sê rengan helçinîn kesk û sor li zer
Dijminan jî bicehmînin, nehewînin

War pir xweşe nav de heval dimeşin
Bo gelê me welatê me daxwazin
Dîlane, govende, şabûna Kurdan e
Dijrabûna me ye em neyaran nartirsin.

Werin werin qada keç û xortên Kurdan
Agirê azadîyê pêxin welatê me şênkin
Gundî, rênçper û karker hemû ba hevin
Ey gelê serfiraz Kurdîstan’ê avakin.

14.10.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.10.2010 20:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu