Ew bêhna te hat bîra min can welat
Ew gul û kulpik,nêrgiz û sosinên te
Ew navê te yî şêrîn,dîroka te yî kûr
Bê te qet jîyan nabe ez gorî hîmê te.
Ew kesera dilê min bo te ye axa me
Ew hêstirên çavê min çem û kanîne
Ez digîrîm şev û rojan,dilê me bo te
Ez nefyê welatê bin destî me oy oy.
Ez bimirim te mije te dûman te agir
Welatê xelkê azade,oy tu mêtingehî
Li hewar! salane ser te mije,dûmane
Ax û wax ez peneberê dil birîndar im.
Ax li me oy wax li me lo welatê me
Alîkî de Rom’e alîkî de Fars,Ereb’e
Tevkujîya Dêrsimê -Helepçê me dît
Can welatê Kurdan neyarên te harin.
Ne gund me ma,ax ne jî mal me ma
Oy oy wan goştê canê me jî xwarên
Wan hemû hestî yên me jî tev kotin
Ax Kurdistan’a me nema rewşa me
Xort û ciwan çûn ser çiyan û banîyan
Bo azadîya axa me bûn dozwanên me
Ez darazxwarê li nav van kuçên xerîb
Soz ezê bifilitim bêmê bo te welatê me.
27.03.2010
Yıldirım
Kayıt Tarihi : 29.3.2010 01:21:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (1)