Welat Ketîye li Bin Berfê

Mehmet Çobanoğlu
2550

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Welat Ketîye li Bin Berfê

Berf dibare gund binda ye
Sur û seqem Şewan'ê ye
Li dor jî mij û dûmane
Gelo bihar li ku maye?

İsal dîsa wek pêrare
Lepe, lepe berf dibare
Laow bawê te nemire
Ji me re qet tunen çare

Berfa gundê me nahele
Bihar nehat bax bêpele
Dilê min de pêt, kozire
Dil dikele kelekele

Bi xelqê re dem bihare
Li Şewan'ê berf dibare
Lo bêçare ardû tune
Em çibikin wext pir sare

Heyfa min jî li wê heyfê
Berf dibare li ser berfê
Xema giran me re maye
Welat ketî ye nav bêkêfê

Mehmet Çobanoglu
14.01.2020
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.1.2020 16:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu