Wekî Yezdan Heye Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Wekî Yezdan Heye

Ez ne dewlemend û ne gunehkarim
Kedkarim, xebatkarim ez dostnasim
Wekî yezdan heye, ma ev çi zilme?
Ez mirovim ez kesê mirovnasim

Çima derdê vê dinê li min zehfe?
Ez deng û nav, keyîtî yê naxwazim
Nimêj, hac, zikat, boraq ji min re çi?
Ez azadî û şadî yê dixwazim

Bi rastî ne sermest û ne jî dîn îm
Perî, cin, melaîke ji min re çi?
Kurdî zanim, qible çîye nizanim
Tim dibêjim bihuşt tune! We got çi?

Bi salan e derd dev ji min bernade
Agir ket nav canê min bi her sawrê
Li her der gulîstan be ji min re çi?
Erd û esman li ser min de tê xwarê

Ez ne korum ne bêaqil ne ji ker im
Di jiyanê de qet dadmendî tune
Hinek kes hêjar hinek jî kedxwarin
Wê gavê bi rastî dahêner tune
28.04.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.4.2016 01:50:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu