Roj a geşe, şêv a reşe
Şêv û roj li min ne xweşe
Ru qotîke çav ronîke
Bi wê roj û şêv ronîke
...
Hebê hema nebê nema
Ew kulîlka li ber çema
Bejin qama şekrê Şama
Her daîm li'bendê mama
...
Xweşik bûke xemla suke
Deka zûke bejin muke
Wekî dara bilaluke
Ava dilan deka nuke
...
Şewqa avê nazik gavê
Rû meleka xweş silavê
Şêrîn navê zêr kulavê
Bilî wê tew tiştek navê
...
Heyv lê borî sal lê borî
Demsal gelek serve borî
Yê ku hatî çoyî borî
Hêjî xweşik wekî horî
Kayıt Tarihi : 25.1.2022 16:55:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!