Weke Şengebiyeke Mabû

Abdullah Karabağ
79

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Weke Şengebiyeke Mabû

Di çavên min de şemalek diçûrise
weke şengebiyek e.
Şengezeriya min
şengesiwarê xwe re gotiye, wê îşev hevdû bibînin...

Teqîn e! .. Teqîn e! .. Teqîn e! .. Lê teqîn in!
Ew ne heyberiya bayê newala pîroz e ya kalepîran
Ew ne fîşenga hewayî ya pîrozbahiyan,
Ew ji belayê çend hezar salan e
disa li me hatiye diyarkirin.

Şengezeriya min
şengesiwarê xwe nedîtiye, dê çawa hevdû bibînin...

Di dilê min de tavek pêl dide
Bi kelam, bi kel û mij, bi kewş û kelaşa şengêlan
Diçe û tê, dilorîne ji navçeyeke Şengalê.
Ne strana “kirîvê” ye ya di guhê min de:
Axîn e! .. Nalîn e! .. Ji bêkesiyê bêparêzî mayîn e!

Şengezeriya min
şengesiwarê xwe winda kiriye, dê çawa hevdû bibînin...

Li ber baweriya min pelek tê nûyandin,
bi zar û zeman e, ji pelên kevnetolan e
Ne zûrîna gur û seyan e,
ji dad û pêdana ser xetê û bin xetê ne:
Tevkujî ye! .. Tevkujî ye! .. Tevkujî ye! .. Lê tevkujî ne!

Şengezeriya min
jixwe çûye li pê şengesiwarê xwe, dê çawa hevdu bibînin...

Di bîraniya bîra min de birêşek şepêl dide
weke alava vestayan,
Dihêle, diçeliqe di sing û berên xwe de
Qirînan digire bê hêl, bê bendav ji navçeyeke Şengalê.

Sewta Berbangê

Abdullah Karabağ
Kayıt Tarihi : 10.9.2007 14:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Abdullah Karabağ