Rojekê em ê biqîrin û biştexilin ez ez û tu,
Dema ku gotin ji devê me birijên wê bilerizin.
Em ê nefreta xwe bi carekê verşin rûyê wan,
Dema ku gotin ji devê me birijên wê biderizin.
Ku em peyivîn, em ê hesabê evîna xwe bipirsin,
Wê mijar weke potikeke kevn biçirin.
Ne yek, hezar dilê wan hebe em ê bişikînin,
Wê gotin ji devê me birijên û bişikên.
Em ê weke birûskekê dengê xwe berdin,
Wê dengê me li vê bêdengiya bêyom bikeve-bişewitîne.
Em ê hezkirina xwe kîte bi kîte pêşkeşî hezkiriyên xwe bikin,
Dema ku gotin ji devê me birijên wê bigirîn.
Em ketin gelek şeran di keştiya jînê de,
Me sozên mezin dan, bi sondên mezin,
Roja ku em stranên qedexe bistirên li qadan,
Ew ê gotin ji devê me birijin û dîn bibin.
Wê bê kifşkirin, grava li aliyê me yî çepê,
Wê herkes zanibe çi heye, çi tune li vir.
Roja ku em ji wan pirrtir li xwe hêrs bibin,
Wê gotin ji devê me birijin û biçeliqin.
Weke em tiliya xwe di çavên xerab re rakin,
Weke em girra xwe tifî rûyên bi qilêr bikin,
Kêliya em hêrsa xwe birjînin gotinên ji şûr jî tûjtir,
Ew ê gotin ji devê me birjin û har bibin.
Nebêje qey wê wanî here û em ê tim huş bin,
Ma şêrê di hûndirê me de wê tim di xew de be?
Bi halandan, em ê bêjin de bes e hey dewrana qahp..!
Dema ku gotin ji devê me birijin wê biteqin.
Kayıt Tarihi : 30.3.2015 16:11:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!