Bêdermanim, bêçareme
Ez kîjan kula xwe bêjim
Dilo, dlo ev çi halin
Wan çavên felek birêjim
Xwezî, xwezî ez bimirim
Welat bibe cebana min
Zehf bêhalim, bêçareme
Ka dermanê kezeba min
Min heşere, min xezebe
Kêzik, buxik bêhêvîne
Roj pir reş e, roj wek qîre
Ne lîbasin, ne nîvîne
Bo welat ez pir xemgînîm
Ez bêbextan venakişim
Mîna xema xeribî yê
Lehî, lehî derd dikişim
Li bêderew, ji dil û can
Warê xelkê nabe welat
Sond û weleh ez dimirim
Bêrûmetî nabe xelat
Mehmet Çobanoglu
22.04.2021
Stenbol
Kayıt Tarihi : 22.4.2021 00:55:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!