Warê Min Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
108

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Warê Min

Dibêjin kulîlk vebûn e li gundê me
Beqe beqe avê ye li kaniyên me
Gelek pir bûne keriyên sewalên me
Ez ka çi bikim li xerîbiyê mame
Ji xweşiya warê xwe her dûr mame

Reng bi reng gupikên kulîlkan vebûn e
Koçer pez birî ji bo zozanan çûne
Dexl kesk bûne bostekê jî rabûne
Ez ka çi bikim li xerîbiyê mame
Ji xweşiya warê xwe her dûr mame

Dileyizin lawikên me bi berçopal
Xaz dileyizin keçikên me yên delal
Bi bûkabeşronek û gok û can û lal
Ez ka çi bikim li xerîbiyê mame
Ji xweşiya warê xwe tim dûr mame

Tê dema razandina serê serbanan
Çiqa xweş tê dengê mihik û beranan
Şîq şîqa dengê mirovan li kolanan
Ez ka çi bikim li xerîbiyê mame
Ji xweşiya warê xwe her dûr mame

Xwe xemilandin e çiya û geliyên me
Jiyanê tijî dikin bi ked û hêviyên me
Şivan û bilbil di lorînin li warên me
Ez ka çi bikim li xerîbiyê mame
Ji xweşiya warê xwe her dûr mame

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 5.9.2024 14:40:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!