Evîngeha kûl derdan
Xoş xak û tû warê minî
Zor evîn e ji bo kûrdan
Keser a ser dil ê minî
Gûla li baxê gûlîstan
Her jîn û jiyana minî
Ka destê xwe ez bi heyran
Bînahiya çav ê minî.!
Xebata min lebata min
Mane tev ji bona teyî
Kalîna min nalîna min
Ji boy azadiya teyî
Lêdana min zînda min
Ji derdê evîna teyî
Dil nexoşim ez bê çarim
Tû derman ê dil ê minî.
Tûyi zînê reng ê memê
Mane evîndar ê te me
Tûyi şêrîn wekî ferhat
Raste xebatkar ê te me
Tûyi xeca ser sîpan ê
Mane siyamendê te me
Kûşti yê evîn a te me
Û tû dest bi xwîna minî.
Bi ar sojim çi newrozim
Ez kawayê hemdemî me
Jîr egîdim çi gûhderzim
Selahedîn ê kurdî me
Ez bêrîtana ristemî me
Cîhan zane bê em kî ne
Şêr mûstefa berzanî me
Tû welat û xaka minî.
Rezan Farqin
Kayıt Tarihi : 7.2.2019 01:40:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!