Wa Bilurvano Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Wa Bilurvano

Wa helbestvano
Wa peyv zêrîno
Bibêj gotinê
Ji nav evînê

Wa xweş dengbêjo
Wa serî gêjo
Her bi lorîne
Ji dil forîne

Wa tamburvano
Wa dil şivano
Deka lêxîne
Dil bi evîne

Wa bilurvano
Wa bi qêrîno
Çi xweş lev tînê
Hizrên xweş tînê

Wa gul avdano
Wa jiyan dano
Ka dil av bide
Ka hin jîn bide

Wa dahlikvano
Wa rezîvano
Çiqa ji te hat
Tekir gul gehat

Wa yê serxweşo
Wa yê dil xweşo
Ka dêrî veke
Dil bi êş neke

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 28.10.2023 20:44:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!