Derd li min giran bû hê jî ez li vir im
Nav xem û xeyalan de ez tim dihelim
Dîsa min heware min gazî min qirîn e
Û tim veşartî nav dilê xwe de digirîm
Oy dil çerxa xerîbîyê tim jî şikestîye
Ez dixwazim em rabin herin de were
Evder kul û derde,herdem evder zore
Nabe nabe bê welatî tu car jîyan nabe!
Êşa dil û kezeba min, xerîbî zehf zor e
Hevalê min çûn ax li min ez vir mam,
Derdê xerîbîyê min re agire û şewate
Dilo nizanim,çima qet min pirs nakin?
Ax li min mala bavê min welatê dûre..
Bira û xwîşkên min evder jî min qîre
Delala min û hevala min ka niştiman?
Ka gul ka war û ka ax,xerîbî pir zore.
Haye haye daê li min daê ax li min ax!
Hêsrên her çavê min û wek lehîyê avê
Dil û kezeba min helîya bo te û ax me
Daê çi bikim dinyaê? gava xerîbi hebe
08.12.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 11.12.2009 01:38:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (2)