VENEGERÎYA
ez pir li ber gerîyam
û gelek caran girîyam
dil û hinav heliyam
lé min çikir venegerîya,
ba û baran li çar alîyê min
mij boran li min bû ferman
ez bi pêy ketim çol û çîyan
lê min çikir venegerîya,
zivistan û berf tozan
rê li min kir mîna salan
Roj limin kir wek demsalan
lé min çikir venegerîya
dil bû agir bi çolan ketim
wek pirîska ber ba ketim
ji kûdum û ling da ketim
lê min çikir venegerîya
Tahsin Jiyan
Kayıt Tarihi : 11.1.2023 13:10:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Hikayesi:
Ayrilik
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!