Ji destê key gel bûn bêzar
Her dera welat bû xesar
Bo rizgarîya mazlûman
Hesinkar Kawa bû serdar
Cejna Newroz’ê pir geşkin
Dilê me bindestan xweşkin
Ev roj roja me gelane
Zordestî yê ji me dûrkin
Meh ji meha Adar’ê ye
Vejînî ya jiyanê ye
Bimeşin werin kolanan
Îro cejna Newroz’ê ye
Hemû koçber çûn zozanan
Gul vedan li ser xozanan
Îro cejna Newroz’ê ye
Aramî ket bi her deran
Newroz me re diyarî ye
Him rûmet e, him şaî ye
Roja xweşe, roja geşe
Dil û can ê me gela ye
Mehmet Çobanoglu
15.03.2018
Silivri
Kayıt Tarihi : 11.6.2018 19:36:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!