Vebêjim Şiiri - Ömer Demir

Ömer Demir
24

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Vebêjim

Divê ez vebêjim;
Hemû xewnên xwe
Ji bayê spêdeyan re
Kîte bi kîte...

Divê ez rave bikim;
Hemû çîrokên xwe
Ji rûbarên geliyan re
Tîp bi tîp...

Digel sîtavkên berêvarî
Li ser sînga çiyayên bilind
Li dora agirekê;
Bi qirçîna sotina bizotan re
Heko dilore lûliya çaydanka reş
Di bin çilvilîna stêran de

Rojekê...
Rojeke biharê,
Şevekê...
Şeveke havînê,
Li welatekê...
Welatê Rojê;
Divê ez vebêjim
Hemû stranên xwe
Ji evîndaran re
Rêzik bi rêzik...

21-03-2003

Ömer Demir
Kayıt Tarihi : 3.8.2004 22:34:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Demir