Vexta tu çûyî
Ne rojên min roj in ne ji şevên min şev
Rojên min tarîne şevên min bê xew
Ve xta tu çûyî ez mam bê ziman û bê dev
Ne Rojên min roj in ne şevên min şev.
Vexta tu çûyî
Helbestên min stû xar in qelema min şikestî
Ne zozanî ne çiyayî tu ji min re deştî
Te rihê min xwera bir bedena min li vir hişti
Ez deşta Îdirê mam stû xar û dilşikestî
Vexta tu çûyî
Te mala xwe welatê min barkir
Dilê min ji dinyayê dilê min ji hertiştî sarkir.
Wexta tu çûyî
Ne rojên min roj in ne ji şevên min şev
Rojên min tarîne şeven min jî bê xev
Vêya ji bîr neke zalim
Vexta tu serê xwe qulozî hewa dikî
Wan ewr û esmanê hêşîn dibînî
Tu bizanîbe ki tu ji min dûr nîn î
Vexta ez ji serê xwe qulozî hewa dikim
Ez ji wan ewr û esmanê hêşîn dibînim
Tu çiqas î ji min dûr bikevî
Em binê esmanekîdane
tu yê çiqasî ji min dûrkevî
31 aralık 2020
Erhan Gündere 2Kayıt Tarihi : 12.2.2022 22:05:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Erhan Gündere 2](https://www.antoloji.com/i/siir/2022/02/12/vaxta-tu-cuyi-2.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!