Üstat Bağlamanı Çal Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Üstat Bağlamanı Çal

Ka haya te li min heye?
Şefq û şemalê min heye
Hest û hêvyê gelanim
Gul, gulîstan li min heye

Warê gelan tim avaye
Mirazê bûk û zavaye
Bi van sondan, her hêlê min
Rojhilat û rojavaye

Kuçek e min de Xerzan e
Yekî de Dih û Xîzan e
Piling û şêr jî dizanin
Qedrê min jî ne erzan e

Hebûna min ji gelane
Rabûna xort û kalane
Bi salane berxwedane
Tim hêvîyên nav dilane

Pir caran gule dibarin
Hemû mêrkuj û gemarin
Ev dijrabûna gelane
Neyarên Kurdan pir harin

Xişexişa pelçiman e
Av dikişe ji çeman e
Ey kar xezalên ser çiyan
Giya min darû, derman e

Bûm û wawîk, baz jî zanin
Kesên bêhiş tim nezanin
Warê Êzdîan Laleşe
Jin û mêrê wan pir zanin

Derdorê min pir bilinde
Gulberfîna min elinde
Herder êl û herder kome
Gelên Kurdan serbilinde

Kedkar, rênçber, şivan, gavan
Rewşenbîr, fêrber, berîvan
Kurdên min hemû camêrin
Bo azadîyê bûn şervan

Ka haya te li min heye?
Hilbera min we re maye
Ez welatê we Kurda me
Xozat, Gewar’a min heye

Mehmet Çobanoglu
09.06.2020
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 8.6.2020 18:54:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Veysel Toprak
    Veysel Toprak

    Yüreğine sağlık üstadım.
    Sevgi ve saygılarımı sunuyorum

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu