tarî bû,
li wargeha ziman nefî bûbû
roj diçû ava
û di şibakên dilên penaber de
nêrînên miûz mayî hebûn...
felek bê bexy bû
payîz hatibû dîsa bajarê penaberan
miradên dereng mayî
çûkên qefilî
û zarokên li ser xaka xwe biyan,
di kuçeyên bajar de dimeşiyan...
gorên bê nav,
wêneyên wate kûr,
şevên di tenêtiyê de fetisîn,
Û ne kirde bûyîna jiyanê...
ŞÊXMÛS TAYFÛR
13.11.2007
AMED-QEREJDAX......
Kayıt Tarihi : 14.11.2008 15:25:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Şêxmûs Tayfûr](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/11/14/u-bajar.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!