Tu Xezal û Kewa Minî Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2564

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Tu Xezal û Kewa Minî

Gul, sosina ber çemanî
Tu kulîlka zinaranî
Evindarê kenê te me
Heyva li nav şevanî

Ez bilbilim tu jî gulî
Ser şaxanda dixulxulî
wele, evindarê te me
Ez te re bûm ax û xwelî

Tu xemla nav xewna minî
Tu xezal û kewa minî
Ka her destê xwe bide min
Kezeba min canê minî

Ez qurbana çavê te me
Bi rojane bendî te me
Ez bimirim wext derbas bû
Bê te her tişt min re şome

Evîn û jiyan minî
Dilo dilo dilê minî
Lê xezala welatê min
Keça welat canê minî

Mehmet çobanoglu
28.05.2019
Stenbo

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.5.2019 18:46:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu