Tu Xerzan'ê Destanî Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Tu Xerzan'ê Destanî

Lê gehwerê, şox û şengê bedewê
Tu qîrîn tu qarîna bindestanî
Berxudanê, dil bawer pir zanayî
Tu li Qers'ê û Xerzan'ê destanî

Awaz xweşê, tu quling tu bilbilî
Tu asîman, tu deryay tu cîhanî
Bextewarê tu kedî, tu evînî
Keça ciwan, tu rihan û şîlanî

Lê kubarê gul-gulpika havînê
Berfa çiyan li zelaliya avê
Nazdar û delalê, xezala welat
Çav reşê, pir delalê bejn ziravê

Keçê keça delal, roja cihanê
Tu hêja yê, rengê gula azadî
Tu şêrî û qehremanî, lehengî
Hêja yê, tu adanî tu zadî

Delalê, bin ewr de baranî dibarî
Diheriqî, tu xumxuma çemanî
Ne xemgînbe ne kesr, ne jî bêhal
Tu kulan re, birîna re dermanî

Mehmet Çobanoglu
15.04.2022
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.4.2022 22:14:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • İlker Murat Çinitaş
    İlker Murat Çinitaş

    Dest ê te sax be. Her hebî. Helbestek pır xweşu. zor spas.

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu