Tu Wek Heyva Çardeh Şevî

Mehmet Çobanoğlu
2679

ŞİİR


19

TAKİPÇİ

Tu Wek Heyva Çardeh Şevî

Gul hêşîn bûn di baxan de
Lê qemera xemze çal ê
Wek havîn î, wek bihar î
Pir xweşik î, lê çav reş ê

Kulîlk vebûn li ser daran
Wek kulîlkan tu xweşik î
Tu ji min re mêvan hatî
Him xweşik î pir narin î

Di zozanan û çiyan de
Tu wek çeman pir zelalî
Li ser axa Çewlîk ê de
Tu kewok î, tu xezal î

Kenên te wek bax, baxçeyan
Ev dil ji te re bû derî
Te ronî da li şefeqê
Tu her bijî, tu hêja yî

Tu tim heyva çardeh şevî
Diçiriskî li bo çavan
Ji hatina te ez şa bûm
Delal, delal keça yeman

Ez deryaya her çavên te
Dengê te ye ê herî xweş
Bîhna gulan destên te tê
Delal ê te min kir serxweş

Mehmet Çobanoglu
12.02.2026
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.2.2026 13:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!