Gul, kulîlka zinaran
Bax û baxçê hinaran
Tu narîn zehf şêrînî
Bejna te wek çinaran
Dibe ku tu zozanî
Ronahîya rojanî
Keskesora rengînî
Li bo min dil û canî
Tu avî tu baranî
Tu tava nav rojanî
Pir kêfî pir xweşîyî
Li bo min kamiranî
Dilê min te dixwaze
Dora me de perwaze
Bê Kurdîstan jî nabe
Tu canê min bixwaze
Ez hesûdê dêmên te
Evîna xwe didim te
Tu şefeqa sibanî
Ez berê xwe didim te
18.11.2014
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.11.2014 19:51:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!