Sibeha min, nîvro ya min, roja min
Sosina min, kulîlka welatê min
Li van rojan, min re dîsa heware
Min derde, were bibe dermanê min
Hêvî ya min, şadî ya min, canê min
Gula li ser deşta me, canîka min
Hişê min jî serê min de nemaye
Min bi tenê nehêle, were ba min
Xezalê, bila tu kes me nebîne
Mêzeke, derdorê me de sebîne
Dilgeşê werê ba min, werê cem min
Binêre fiza gundê me zevîne
Bişkokên ser pêsîra te venabin
Çima serê gulîlkên te ranabin
Delalê, bila cîhan bizanibe
Gelên Kurd’an evînî yê têr nabin
Tu xemlî, ronahîya tev rojê yî
Tavehîvî, tu hîva nav şeva yî
Canîk, ev rê daxwazîya dila ye
Were ba min tu şadîya dila yî
Mehmet Çobanoglu
28.03.2019
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.3.2019 19:26:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!