Her kuncên te bihuşt e li baxçe ye
Tu beybûn tu nêrgizî û binevşî
Tu warê bav kalanî tu rumetî
Tu jiyanî û evinî pir xweşî
Av û hewa, kevirên te jî jiyan in
Biêhempa û bêemsalî, axa me
Keç û xortên te lehengin, mêrxasin
Tu şînî tu şadî yî, welatê me
Tu evîna Mem û Zin’i, û eşqî
Cigerxwin, Ahmedê Xani te pirin
Kew û xezal hemû li te diçêrin
Axa me, gulên te kesk, sor û zerin
Tu xweşiki û bedewî zehf rindî
Bi hezar car ev dilê min gorî te be
Gavan, şivan hemû bo te dildarin
Bê te jiyan bê te evîn jî nabe
Evîna me, tu hestî tu helbestî
Tu awaza qulungan û kewanî
Tim axa gelê Kurdan’î warê me
Tu dengê bilbilan û bilûranî
Mehmet Çobanoglu
06.05.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 6.5.2020 18:42:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!