Keça nazdar hez evîne
Gulpikan min re bîne
Tu bedewa bêhempa yî
Ev dilê min bo te dîne
Xemzên te de bax, bostane
Ew dêmên te gulîstane
Çavbelekê por keverê
Li te qutik û fîstane
Tu wek kewan wek betanî
Li zozanan û deştanî
Ez heyrana meşa te me
Digerî çiyan, bestanî
Dêre sorê, dor gulîstan
Welatê me jî Kurdîstan
Benda te me, rabe ware
Ji min re nebe xemîstan
Keça Qers'ê tu rewşenî
Ji evînê re cewşenî
Tu bextewar tu xweşî yî
Lê xezalê tu rûşenî
Mehmet Çobanoglu
20.07.2022
Stanbol
Kayıt Tarihi : 20.7.2022 14:11:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!