Amedê, sûrên te kevnar in, bi şan û şeref,
Her kevir bi çîrokên dîrokê tê xemilandin.
Dîcle diherike, wek rondikên dilê dayîkan
Bi awazên xwe dibe hestên me yên qedîm
Mizgefta Mezin, stûna bawerî û ronahiyê,
Minareyên wê li asîmanan tê bişixulîn.
Kevirên te yên reş serhildanên me diparêzin,
Amedê, tu paytexta dilên me yî bi rûmet.
Dehderî li ser Dîclê wek mîrateya pîroz,
Dengbêjên te bi klaman dilême dilziz dikir
Hevselê, baxçeyên te wek xeyalên kevnar in,
Amedê, di sînga te de dîrok bi bedewî tê nivîsandin.
Çiyayên te hêviya azadiya Welat'a ne,
Kevokên te li ser sûran nîşana aştiyê ne.
Amedê, tu taca serê mirovan û dîrokê yî,
Di dilê me de stêrka te herdem tê ronîkirin,
Tu paytexta dilê me yî Amed.
Kayıt Tarihi : 13.10.2025 14:11:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!