Tu minminîka rengînî
Pir piçûkî pir hûrikî
Her baskê te gulgulîne
Tu mina sêva ferikî
Tu ji bo min yadîgarî
Tu dilîna min xweş zanî
Dildarîya nav dilanî
Tim giyanî, rih û canî
Minminîka per deqdeqî
Kirasê te rengrengîne
Tu xewnî û tu xeyalî
Hebûna te xweş evîne
Min re kelecan û coşî
Tu minminîka gulanî
Giranbih û pir hêja yî
Tu dilê min de şayanî
Tu yî hebûna biharê
Dilşaîya nav dilanî
Wek yara min pir şêrînî
Li xemla ser niştimanî
28.09.2019
Stenbol
Kayıt Tarihi : 29.9.2019 00:07:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!