Tu Kenê Ser Dêmayî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Tu Kenê Ser Dêmayî

Dara gulê gul vedaye
Tava sibê xwe lêdaye
Dil rabûye gul dinêre
Ronahîya te tê de ye

Bo evînê roj rê de ye
Nûra te jî li navdeye
Tu birqoneke rengînî
Şev û tarî jî nemaye

Tu şewla ser cîhanêyî
Tu xemla tev xewêyî
Di vê dilê de evînî
Tu kulîlka bax, baxçeyî

Tu kenê ser her dêmayî
Tu bişîrê nav lêvayî
Tu sewdayî tu hêvîyî
Lê rindikê tu xamayî

Tu jîrî pir tişt dizanî
Wele perîya qîzanî
Bengînê ew awirê te me
Gelo te min bi bîr anî

14.14.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.4.2016 02:43:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu