Tu Jiyana Bêderdî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2559

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Tu Jiyana Bêderdî

Te got can, min jî got dil
Tu xemla her gulanî
Ew kenên te bûn bihar
Tu wek baxçê gulanî

Qeymiş nakim te maç kim
Tu kewî, kewa welat
Ew tu yî eşqa dilan
Awir ên te bûn xelat

Ji bo te ez pir dîn bûm
Tu bedew î him merdî
Tu hingivî tu evinî
Tu jiyana bêderdî

Kerbane ketim xeman
Wek ava çeman kûrî
Ez li vir bi te re me
Tu çim li min dûrî

Rojan e benda te me
Ji bo te dikim qîrîn
Min got can, bêje qebûl
Tu keçî keça şirîn

Mehmet Çobanlglu
23.02.2023
İstanbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 23.2.2025 22:14:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!