Tu gula vê dahla minî
Tu dilê vî laşê min î
Tu canê vî dilê min î
Tu jîn û jiyan a min î
Ez lalim tu dengê min î
Ez reşim tu rengê min î
Bê kêfim tu şengê min î
Tu jîn û jiyan a min î
Gul firoş a taxa min î
Geşî doşa mala min î
Beroşa xwarina min î
Tu jîn û jiyan a min î
Li ser gulî taca zêrî
Li nav dilî evîn têrî
Jibona dergeşê dêrî
Tu jîn û jiyan a min î
Li hişê min tu perwerî
Li laşê min tu tevgerî
Li warê min tu serwerî
Tu jîn û jiyan a min î
Jibo canê min tu dilî
Jibo çavê min tu kilî
Jibo laşê min tu cilî
Tu jîn û jiyan a min î
Kayıt Tarihi : 27.10.2023 22:51:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!