Çav xezalê narîn dîlber
Tu jî wek min tim bihelî
Sitûxwar û pişt şikestî
Tu jî wek min tim bihelî
Li bexçê te gul şîn nebin
Bilbil tê de qe nexwînin
Bê yar û dostan bimînin
Tu jî wek min tim bihelî
Dirik warê te bixemlin
Kundê kor tê de tim bixwîn
Çavê te hêsran bibarîn
Tu jî wek min tim bihelî
Warê te bit xirb û wêran
Dostê te bin mar û çîyan
Heram be ji te re jîyan
Tu jî wek min tim bihelî
Hêvîdarim ji Rebbê qehar
Nebînî xweşîyê zînhar
Wek min tu jî bikşîn hercar
Tu jî wek min tim bihelî.
Pêxwas şev û roj bihurand
Daxa agir li dil gerand
Dil û cîger li xwe heland
Tu jî wek min tim bihelî
FİKRÎ AMEDÎ
Fikri AmediKayıt Tarihi : 7.1.2018 15:56:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!