Eger li hember zalim û zordestan serê te bilind be,
Eger te serî li ber bêrûmetan xwar nekiribe,
Eger çavê te li sifra dewlemendan nebe,
Eger te dilê xwe nebijandibe, meqam û mewkîyên bêxîretan,
Eger te dilê mezlum û belengazekî neşikandibe
Eger te ji ber gunehê xwe ve tobe kiribe,
Û bi dengekî hêlê, te poşmanîya xwe anîbe ziman,
Tu însan î.
Eger tu karibî ên di destê xwe de parve bikî,
Eger tu karibî hêsrên sêwîyekî paqij bikî,
Eger tu karibî bi destê yekî ketî bigrî,
Eger tu karibî hewara dayikek dilbikil di dilê xwe de hîs bikî,
Û destê xwe bidî ser milê bavê ku bi êş û kedera ewladê xwe perîşane,
Tu însan î.
Bihêlê bila bilbilê dilovanîyê ji paşila te bifirin,
Bila hêsrên çavê te wek çemê Feradê biherikin,
Wek çîyayê Agirî hêvîyên te mezin bibin,
Wek deşta Heranê dilê te fireh bibin.
Bitirse, bigrî, xemgîn bibe
Lê bêhêvî nebe
Lewra tu însan î.
Kayıt Tarihi : 10.12.2017 10:39:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!