Dema bihar tê Mezrabotan,
mirov dixwaze bibe helbest,
bibe adar û dar
bibe nefel û xerdel,
û bi kenê yarê re xweşik dibe her der..
Here lawo bibe guhdarvanê çem
bilûlvanê xem
da ku tu bibî şahidê dem..
Divê tu car caran bibî keda karkerekî
zimanê koçerekî,
ramanên şivanekî,
an jî hestên evinadrekî...
Divê tu bibî hemu kesên dilêş,
çav li rê yên xembar
û dil bi dil ên bextîyar.
da ku tu nebî kesekî kesnezan..
Messo Bedirxani
Kayıt Tarihi : 16.3.2020 14:11:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Hikayesi:
Kürtçe
![Messo Bedirxani](https://www.antoloji.com/i/siir/2020/03/16/tu-helbestkari.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!