Tu him ezman him cîhanî
Tu him canî him gîyanî
Bê te min re zeman derde
Tu evînî tu jiyanî
Dîsa min re derd û xeme
Çem dikişe leme leme
Bilbila min ez xemgînîm
Wele bendewarê te me
Ey delalê rabe were
Dilê min bo te neçare
Bibe dermanê derdê min
Bê te her der min re sare
Axa gundê me ne dême
Mîna dilê te pir germe
Dilbera min tu şêrînî
Ez heyrana çavê te me
Tu çirûska stêrkanî
Hîverona ser şevanî
Delala min dilbera min
Mîna gula ser çîyanî
Mehmet Çobanoglu
20.12.2018
Stenbol
Kayıt Tarihi : 21.12.2018 00:48:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!