Tu Bigire Destê Min Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Tu Bigire Destê Min

Gula min û gula min,  pir girane barê min
Li vê hevrazê de mam, tu bigire destê min
Ez, rêwîyê eşqê me, dilê min de evîn e
Bê te her der agir e, şekir û şirîna min, 

Gula min û gula min, wele xortê Kurda me
Rewşa min perîşan e, keçê ez bendê te me
Haya te ji min heye? Ez diçim diyarê dûr
Rêya min rêya dûre, mecnûn ê eşqê te me

Gula min û gula min, kulîlka nav baxê min
Bûka mala bavê min, ka bûsekî bide min
Ez şervan'ê Serhet'dê, tu gula Qaqizman'ê
Evîna nav dilê min, têkeve hembêza min

Gula min û gula min, dosta min û yara min
Tu xanimî, xatûnî, xezala min kewa min
Te hişê min li min bir, ez prîşanê te me
Dîsa min re xela ye, bibe nan û ava min

Gula min û gula min, sêva min hinara min
Tu gulî tu rihanî, melhema birîna min
Dilê min de evîne, min barê xwe te helgirt,
Ez ketim berbextê te, rabe were li ba min

Mehmet çobanoglu
05.07.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 6.7.2019 17:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu