TU
Erbanvan im erbanvan
Erbaneya min ji çermê qirika te qilar e
Lêxistina min ji axina dilê te Û dengê awaza min xulexul e
Tembûrvan im tembûrvan Têlên tembûra min ji biskên te Efsûniya memike te ê sertûj
Ji nava têlê tembûra min difire
Şahî ji te re Xem ji bo min Awazkar im awazkar Bi awaza xwe tikakar im
De dinaze nebe yar Li gerdana xwe bireşîne Zebad
Lêv lerzok li benda te me
Lêvên min cemidîne
Were gez bike Qaqlibaz im qaqlibaz Li ser çavê te yê şîn dike ez
Û weke deryaya bê binî
Bijangên kildayî qeyika min in
Di gerîneka çavên te de
Bê soberî mame Bexçevan im bexçevan
Gula heft rengîn tu yî
Axa rewa Û ava kaniya semaya min tu yî
Nahêlim biçelmisî tu
Mêş im mêşa hingiv im
Li ser kofiya te ya honandî kewara min
Tehû dike neçîra min Û bi tîrên binper min har dike
Cewcew di nanike min de
Pînpinika li ser tu Darvan im darvan
Dara sêvê tu Sêva ji darê ketî tu Geza davêjim sêvê tu
Şêrîna li ser lêvê min tu
Kayıt Tarihi : 5.3.2023 00:08:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!