Çêrokek şêrîn hate bîra min
Ji qissê hîsê derxe tirşikçî
Wek segê kûrmî, digerî li nîn
Şerm û fedîye bese tirşikçî
Herdu çavê te li derê malan
Dikşînî’ji derva, bêhna eyaran
Ji bo katek goşt,ger li ser geran
Were bikoje, hestî tirşikçî
Weka pisîkên li benda mişkan
Dêlê dileqîn, ber derê began
Didê savarê legan bi legan
Dixwe wek şîr û şekir tirşikçî
Li ser dîwanê, quncikê pêşîn
Dewê milletê dike leqleqîn
Bi dek û dolab xwînê vedirşîn
Kar û halê te eve tirşikçî
Tu xwe bixwrînî dêlê dileqîn
Hê dûrve bêhna çayê dikişîn
Dixwe û dike gotinên bi xwîn
Mal li te mîrat be ey tirşikçî
Li cem axa û began û mîran
Xwedî meqamin bi text û erqan
Dibînin ji wan pirr şukr û îhsan
Koda ber axê dalêsd tirşikçî
Ber derê axê hemu wezîrin
Derva bi hefsar kerê zincîrin
Hespê zexel û gayê bi nîrin
Kêsa ber kerê bixwe tirşikçî
Li cîkî sorî li cîkî jî zer
Carna dibî hesp carna dibî ker
Weka biharê dayîm diguher
Alem guherand nano tirşikçî
Carna zirnecî carna gewende
Bi dengê defê dibî govende
Bi kêf û sefa xweşî û zînde
Kêf û şahîyê dikin tirşikçî
Bekoyê ‘Ewan kalanê we ye
Axa beg û mîr garanê we ye
Şerê gundîya seyranê we ye
We tim xwîna me vexwar tirşikçî
FIKRÎ AMEDÎ
Fikri AmediKayıt Tarihi : 7.1.2018 15:44:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!