Xewa min nayê
Hişê min tevlîhev bûye
Ne cixare dibe hevaltî
Ne jî bêdengî
Aciz bûme ji jiyanê
Ji hemû kes û dewranê
Axx û axx...
Hewar û hewar...
Fikr û raman û xewn û xeyal
Hemû bûne tevlîhev
Hemû bûne wek hev
Borî û niha û pêşeroj
Wek gurê dev bixwîn dorpeç dikin ev hişê min
Acizî û êş û gûman
Wek marên kor bi dizî dixwin dilê min
Şev şeva tarî
Sar û bêdeng û bitirs î
Roj roja ronî
Germ û coş û biken î
Derê zû derê
Ronî bike ev laşê minê gemar
Û Ev rihê minê bêwar
Heke dereng bimîne ev rûyê te yê şad û bextewar
Êdî tu car ewê te nebîne
Ev hêvîdar
Ev bendewar...
Kayıt Tarihi : 29.8.2024 11:55:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!