Em şane, dikene jiyan, bilinde evîna jiyanê
Afirîner dizane, em nizanim, em nezanin, yê dizane jî ew e.
Ew e, yê ku yekem car heyîn peqand, mirov afiran
Afirîner jî, Xudan jî ew bixwe ye, lewre bi tenê ye, lêbelê ne tenê
Bi yek fermanê stêrk din bin qala wî de dizivirin, şahî derdikeve, xem ditemirin.
Ew hebû bi wî re kes tinebû, ew hebû bi wî re kes nedijiya, ji bilî wî.
Ew e yê ku niha jî bi tenê, bi xwe, bi qudret û quweta xwe,
Jiyan lîstika, lîstika Rebbê jorî, kî ye ne gorî, ne nizim?
Ew dibêje 'Ez yek im, yekane.' Em dibêjin, 'Belê ez evdal.'
Kî ye ne evdal? Key ew e, sasan ew e, şah û şahî jî ew e.
Destpêk û dûmahîk kî ye?
Ma ne ew e yê ku xef û eşkere, kirde û serkirde?
Serkan, serkêş, ev çi peyv û çi têgeh in di nav me de, ev tîp û çi wate ne li ser devê me?
Ew e, ew! serkanê serkan, serkêşê ku gerdûnê diherikîne û diguherîne.
Kî dibêje bila bêje, em in em evdal in, yê suwar ew e.
Kî neqayîl û xemgîn e, bila bibe; em in em qayîl in bi jiyanê, xwe şan e, devken in em.
Risteyan dirêj neke, rûpelan qetil neke, lewre nifşekujî heram e.
Ji bo kirdeyê kirdeyan, xal û tîpên di bin siya wî de, tev birhanan direşînin.
Bişîka rûniştiyê ku di koşa diya xwe de jî şahid e, gerstêrkên ku dine lotikan jî şahid in.
Ew e ew Rebbê ku bi îbrahîm û Mûhemmed re xeberdayî, ew e ew Rebbê min û me ye.
Kayıt Tarihi : 20.6.2017 20:21:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
20.06.2017, Zend Mazdek, www.metyus.co
![Mehmetsalih Özalp](https://www.antoloji.com/i/siir/2017/06/20/tev-birhanan-diresinin.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!