Erdugan’ê mêrkuj bê mejî bê ramane
Agir barand axa me bi teqînya topane
Eman eman oy eman çiya-banî şewate
Tunebûna malane, mirina zarokane
Erdugan’ê xwînxare neyarê me Kurdan e
Êriş da ser axa me dixwaze walatê me
Dayîk rabûn dimeşin ew bûn mertalên zindî
Heta gelên me hebe, ev şer naçe bîra me
Erdugan’ê pir hare bê ole û bê îman
Şêvirmend’ê wî tole bê doçe û pir qole
Ewte ewte diewte bo axa me dizûre
Em natirsin, natewin gelê me nabe kole
Erdugan’ê dil reşe, mêrkuje û xayîne
Qeda serê Kurdan e; dijberê karkerane
Dixwaze me tuneke, ev xewne û xeyale
Qandîl warê ewleyî bo şêran, hevalane
Erdugan’ê ked xware; paşverû ye, faşist e
Çav berda ye axa me naxawaze hebûna me
Em şervanin, şoreşin bo doza me dimeşin
Hewldane, têkoşîn dilê me de welate
Erdugan’ê nezane tu aştî yê naxwaze
Naxwaze serokê me şerîn dike doza me
Serîhildana Kurdan e dijrabûna gelane
Tank û top ne tişte axa me Kurdistan e
23.08.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 24.8.2011 23:53:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!