Dilê min dinale,
bêhal im.
xwîn dikeve ser kezebê,
diqehir im,
naxêr, xwerû qehr im!
Di bêdengiya şevê de
dicemid im,
direcif im,
sebra min nema tê,
xewn bo min tal in
şev meh in;
naxêr, wekî sal in.
Ango ez bi tenê me,
dilkovan im,
çaverêyî te me,
bê xudan im.
naxêr, bê te nikarim!
Di nepenîtiya awirên te de,
razzan im,
li ser deryaya evîna te
keştîvan im,
melevan im,
naxêr, çav-giryan im!
Qet nizanim ez xwe bêyî te;
hêr û gêj nav jiyan im,
dajon min tirsên bê wate
dinalim,
birîndar im,
naxêr, evîndar im!
05-12-2001
Ömer DilsözKayıt Tarihi : 6.8.2004 18:36:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Destê te sax be!
(Merex kiriye; ma paşnavê te Dilsöz e anna Demir e?)
TÜM YORUMLAR (1)