Temenê Têkçûyî Şiiri - Xizan Şîlan

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Temenê Têkçûyî

bi cama evîna dilê şikestok bêçaretiya xwe li zendê salên poşman dinivisînim şopa tirsa demsalên hovane di kefa destê xwe de vedişêrim pêşeroja min di herika rûbarên giyan de xeniqî ji gewriya nûçeyên rojane jehra xwînê dipale li nav nivîna şevên bêxewiyê xewnereşkên xopan xwe li stûyê min dipêçin hesret û bêrîkirinên min bi keserên dûmanê cixarê hatine meyandin serê min ji nav belaya demên rûreş qet nafilite carnan mîna hêrsa pêlan dîn û har dibim carnan mîna beytika newêrek can li min dilerize şûşeya eşqa dilê serxweş di toza heyamên gemarî de qelişî min li nav dûmanê xeyalên pûç daxwazên dergûşa nava xwe taloq kirin li birçîbûna çaxên genî bîranînên xwe yên wêran dixwim li nav pêta kul û kederên bêhempa dişewitim ji piyangoya temenê têkçûyî tofana janên dirinde derdikeve şadiya rûyê min di albûma wêneyên xemgîn de zerikîn bi tasa destê dilberê şerbetê didim gêrikên di bin lingan de hatinî perçiqandin ez bûm qurbanê eşqa îlahî ya nependî û her tim di ber cankêşiyê de me êdî ez di coşa xumexuma şîpa laşê xwe de astengiyan nasnakim ji aloziya dîroka tarûmar hêviyên şad ava dikim derhênerê şanoya vê helbestê ez im leyîstikvanê li ser dîkê ez im temaşevanê xerîb jî ez im li ber xemkêşiya rondikên çavan leyîstik qediya û perdeya dilê xeşîm hate girtin Xizan Şîlan 2010-07-02 Stockholm

Xizan Şîlan
Kayıt Tarihi : 1.3.2012 02:03:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Xizan Şîlan