Temenê Derbider Şiiri - Xizan Şîlan

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Temenê Derbider

ez
bersiva pirsan
di lalbûna jana awirên xwe de
dibersivînim
ne rabirdûya min
ne jî dahatûya min heye
li ber çirisîna tavê
mirî me
li reştariya şevên xewle
zindî me
di zaroktiya xwe de
perîşan
di xortaniya xwe de
derbider
di kalbûna xwe de
stûxwar
û kûr kûr diponijim
temenê min li xûrbetê
di hesretkêşiya wêran de
tarûmar bû
zebaniyên serdemê
agir berdan bedena min
laşê min parçe parçe bû
û avêtin ber devê çeqelan
xwîna çavên reşbelek
ya dayikan diniqute
ser hinarokên xewnên min
zexelên çavsor
çermê hest û xeyalên şîrîn
gurandin
porên bûkên serbixêlî
rûçikandin
sînga min ya axînkêş
di êşa birîna şewata xedar de
qelişî
hinav li stêrkên eniya qedera min
peritî
ez
bi destê mirovxwerên hov
hatim kuştin
laşê min
bi rondikên heyvê
hate şuştin
cendekê min
bi kulîlkên axa şaristaniyê
hat nixumandin
giyanê keç û xortan
bi qeytanê hevrîşimî
hat xemilandin
çûkên asîmana keskesor
naletê li dîroka çaxên genî
dibarîne
bilbilê şad
li feryad û fîxana berbangan
ji kezebê
dinale
li îxaneta demên rûreş
demsalên bihara min
reşgirêdan
gotinên zimanê lihevgeriyayî
di henasa min de
fetisîn
lezeta tasa şerbetê
di qultequlta gewriya bîranînan de
tirş bû

2015-10-18
Stockholm

Xizan Şîlan
Kayıt Tarihi : 22.1.2016 21:44:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Xizan Şîlan