Tembûra xeyîdî Şiiri - Xizan Şîlan

Xizan Şîlan
49

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Tembûra xeyîdî

TEMBÛRA XEYÎDÎ

ez çardeh sal î
tu hezar sal î
di navbera min û te de
evîneke nependî destpêkiri bû
kutekuta kelecanê dilê min yê xeşîm
rapêçabû
te ez nasnedikirim
lê min tu bi saya dengê te
ya kezebşewitî
nasdikir
li nav pêlên tîna eşq
û hezkirina te
hinav li min diperitî
ez
li te digeriyam diyar diyar
were ji min re bibe yar
bejn bala te wek dara hinar
ji gewriya awaza têlên te
bêhna xweşikiya stranên evînê
difûrî
tembûra min ya dilzîzbûyî
were li min nexeyîde
bi destê min bigire û tiliyên cirifî
li ser têlên perdeya xwe
bigerîne
li dor dengê te ya şên û şad
kevirên çiya û zinaran
mêş û mozên zonanan
teyr û tilûrên çolistanam
karxezalên daristanan
giyana miriyên goristanan
kulîlkên bax û bostanan
kurm û kêzikên germa havînan
keç û xortên dilgirtî bi tîlîliyan
radibûn reqsê
tu wek berxik û karikan
dikalî
mîna lorîna gewriya dengbêjan
dinalî
bi dengê têlên te ya kovan
rondik dibarîn ji çavan
bi dengê te ya dilovan
ramûsan dibarîn ji lêvan
hezkirina te wek xençereke tûj
li ser dilê sefîl
daçiki ye
tembûra min ya dilgeş
tu
bûka baranê ya asîmanê nava min î
porxeleka gerdenzîv û zêrîn î
sîtavka neynika xeyalên şêrîn î
şan û şuhreta cîhana derûniya min î
şahiya li meydana agirê newrozê yî
xemla bûka ber sînga şevên min î
tembûra min ya şox û şeng
ez nexweşê delaliya te me
serxweşê awirên melûliya te me
delodînê şewq û şemala rûyê te
ya spehî me
girtiyê kevana birûyên qeytanî me
ez
di kerba eşq û sewdaya te de
hatim biraştin
were li min nexeyide tembûra min
êşa birînkûriya salên hesretkêş
bi agirê sewtxweşiya xwe
bikewîne

Xizan Şîlan
2023-04-24
Stockholm


Xizan Şîlan
Kayıt Tarihi : 24.12.2023 20:11:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Sazımın bana dert yanması

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!