TEMBÛRA MİN
Tembûra min,
Tembûra min,xemrevîna dilê bi mereq
Were,em herin serê qerecdaxê û hinek bêhna xwe berdin,
Bila sewt û awaza me, mîna bayê sibê dagre deşta Herranê,
Bila bi zinga zinga dengê dilê me, bilerzin mêrg û çîmenên Kurdistanê.
Tembûra min,
Ez nizanim ka bedena te ji daretû,yan daregûze,yan jî, ji dara gûrgîn
Tu wekî xezaleke kûvî,her tim digerî di daristana dilê min de
Tu buyî wargehê derd û kûlê min ; buyî serkanîya keserê min,
Tuyî, nalîn û awaza nava dilê min di kela kela rojên havîna de..
Tembûra min,bilorîne,
Bila dengê te,bibê hêvî û sitara hejar û neçara
Û xwe berde deştê, bigêje belengaz û nedara;
Bila mal û eyal, êl û eşîr,bi dengê te şîyar bin ji xewa sala
Bila rabin ser pîya digel awaza te dîlanek bigrin, dîlanek bêhempa;
Her kesek şa be, dilşa be,kêfxweş û dilxweş dest bi dest wek xwişk û bira.
Tembûra min,bilorîne bila hawîr sermest bibe bi lerzîna te,
Bi sewta te a xemhêner,bila dildar bikevin xewn û xeyalan
Û per û baskê wan çêbin, helbifrin herin ba Mem û Zînê
Yek bi yek gilî bikin derd û azarên vê jînê.
Tembûra min,bêdeng nemîne
Ez bi dengê te dimeşim di nav berîstanên dîrokê de
Dibînim ku gelek dilketî, hezkîrî û desgirtî sitûxwarin
Gelek pêşîya wan ji , bê miraz himbêz kirine axa sar.
Tembûra min,
Lorîna te kezeba dişewtîne,gurçikan dihelîne
Lerzîna te pelê dilan direcifîne,
Lê, nesekine, bilorîne û bilerzîne,
Binewrîne bila hiş ji seran werin der, sewad dakeve çolê
Aqil bimîne bêkes û sêwî di mejîyande.
Tembûra min,bê sekin û seqar
Bilorîne bila dinya bibe şaduman,jîyan bibe Newroz û seyran;
Bilorîne,dengê xwe berde banê bilindê asîman,
Bila awaza teya melûl bigêje Cizîra Botan, Ararat û Cûdî û Sîpan;
Bila bi dengê te bihsin,niştecîyên Rojkan,Serhed û Xerzan, Dimil û Milan
Tembûra min,tuyî mecala min,serokê hêvîyên min
Tuyî pal û pişta min di vê jîyana bê fesal de
Tuyî xemrevîna dilê min,hevderdê min,
Tembûra min, tu hevhalê minî, di halê min… (8 ‘ê Cotmeha sala 2018)
Latif Epözdemir 2
Kayıt Tarihi : 19.1.2020 11:32:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Latif Epözdemir 2](https://www.antoloji.com/i/siir/2020/01/19/tembura-min.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!