Hatin bi tev hatin,xort û keçên me hatin
Dest bi destan û hemû jî li mil û milan,
Berê xwe dan li çol û çiyan bi deştan..
Zû bi lez diçin bo azadîya gelê Kurdan
Hatin bi tev hatin,têkoşerên gelê me
Dozvanên me û şervanên welatê me!
Wanê Qersê li ser axa Amedê jî hatin
Mil û milan hemûyan jî des bi destan
Hatin bi tev hatin,leheng û şêrên me
Jin û mêr bi keç û xortên me Kurdan!
Dilê wan de jî dilovanî û aramî heye,
Di ramana wan de azadîya gelê me heye
Hatin bi tev hatin,şoreşgerên welatê me;
Barê wan pir girane,pişta wan de keleşin!
Çevê wan de ronahîya roja welatê me ye
Ser rûyê wan de ken û bişirên zarokan e.
Hatin bi tev hatin,rewşenbîrên me Kurdan,
Hemû jî qedir û qîmet hemû jî pir hija nin,
Daxwazîyên wan jî şoreşî û serefirazî ye!
Rûmetî û şanazî li azadî nebêbextî ba wan.
Hatin bi tev hatin,xwang,bûk û biraên me
Pêşeng û nefergel li şervanên netewe me
Hemû keç û xort hemû jî lawên Kurda nin
Dilê wan de azadî di milê wan de jî ala me ye.
22.03.2003
Yildirim
.
Mehmet ÇobanoğluKayıt Tarihi : 23.3.2009 22:13:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2009/03/23/tekoseren-gele-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!