Te peyman xerakir
gava tu nehatî
te dilê min şkand
ez mam nav xewn û xeyalande
ma tu nizanî?
minê rojbuna te pîroz kira
bi ramusanekî
ma tu pê nehîsîya bu?
min ji tere xelatek standibu
ji rengê welêt
te...
te gotibu ez van rengan hez dikim
te digot kesk
te digot sor
te digot zer
te digot ji bilî van,rengan nahebînim
lê te ez dîsa xapandim
wek çuk'a xapxapok
mîna roja payîzê
geh derdikevî,geh dikevî bin ewra
çevê min qerimîn
bedena min tevîzî
dilê min agir pêket
desmal ma destên min de
desmala xelata te
ez pê rondikê xwe paqij dikim
te peyman xerakir..
lê ez hêji liser soza xweme...
25.11.2013
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 25.11.2013 14:41:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!